Di Pêşangeha Hunerî ya Hevçerx de kêşeyên global derketin pêş

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – 16emîn Contemporary Stenbol ku yek ji fûara mezintirîn û karîger a hunerî ya li cîhanê ye îsal li Stenbolê ji salên berê ciyawaztir rastî eleqeyeke mezin hat. Di pêşangeha hunerî ya nûjen de kêşeyên global ên wek derbarê jîngehê de tundiya li ser jinan û koçberî ku bi tablo û peykerên hunerî hatin pêşandan zêdetir derketin pêş.

Kêşeyên global ên wek jîngehê, tunduya li dijî jinan, ajalan, tenêtî û koçberî bi destê hunermendên ji welatên cuda yan bi peykerekî yan jî bi tabloyekê bi rêya hunerê hatin pêşandan.

Contemporary Stenbol îsal mazûbantiya hezar û 240 berhemên hunerî kir. Ji Koreya Başûr heta Amerîka, ji Ewropayê heta Rûsyayê bi sedan hunermandên nûjen di vê fûara hunerî ya modern de ku yek ji mezintirîn fuara hunerî ya li cîhanê ye hatin cem hev.

Xebatkara Beşeke Galerî ya Hunerî Îlayda Akgul ji K24ê re got: “Li gor salên borî îsal tevî pandemiyê eleqeyeke gelek mezin bo berhemên hunerî heye. Bi beşdarbûna hunermendên ji derveyî Tirkiyeyê û bi zêdebûna berheman eleqe jî sal bi sal zêdetir dibe.”

Hunermendê Kurd Ahmed Guneştekîn bi xebata xwe ya bi navê “Jûra Nemiriyê” beşdarî Contemporary Stenbolê bû.

Berhema hunermendê Batmanî, ji 22 hezar qereqotik, qiloçan pêk tê û balê dikêşîne ser destpêka qonaxên jiyanê.

Hunermend Ahmed Guneştekîn got: “Rastî kultira me, kultireke kevn e, kultireke qedîm e. Qeydên hezar salî li ser vê hene. Em jî hunermendên vî zemanî ne. Em wan wek referans hildidin û li ser roja îroyîn em amade dikin. Karê ez dikim jî nîşan dide ku kultira min referansa min e. Miletê me çi eziyet dîtine, me jî şahidî pê kiriye li ser wan jî ez xebatan dikim. Hem ji dinyayê, hem ji miletê xwe ez ne dûr im. Yê ku xwedî li kultir, dîrok û miletê xwe derkeve di heman demê de xizmet ji xwe re ji şexsê xwe re dike.”

Beşdaran eleqeyeke mezin nîşanî berhema hunermendê Kurd dan.

Tolga Alan dibêje: “Li vir berhemên ji hev xweşiktir û ciyawaztir hene. Hemû jî bala me hunerhezan dikêşîne. Berhema Ahmed Guneştekîn jî gelek serkeftî ye û ez ji hunera wî gelek hez dikim.”

Fûara hunerî ya nûjen bi navê Contemporary Stenbol cara 16emîn hat sazkirin îsal ji cihên salên borî cudatir, li beravê Tersaneya Halîçê li ser erdekî 19 hezar û 500 metreducar hat avakirin.