Dezgeha Hilbijartinan: Eger rêgirî li dengderan nehatiba kirin hejmara kursiyên PDKê zêdetir dibû

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 28 gilî li ser proseya hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê tomar kirin.

Hewlêr (K24) – Dezgeha Hilbijartinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 28 gilî li ser proseya hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê tomar kirin, hejmarek giliyên din jî li sînorê parêzgeha Helebce, Silêmanî, Raperîn, Diyala û Kerkûkê tomar dike.

Berpirsê Beşa Yasa ya Dezgeha Hilbijartinan  a PDKê diyar kir; li deverên Kurdistanî rêgirî li tîman û li debgderên PDKê hate kirin, eger rêgirî nehatiba kirin, hejmara kursiyên PDKê digihişt 35 kursiyên parlamentoyê.

Li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi bername di dema bangeşe û dema dengdanê de asteng li ber namzed û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatin danîn. Vê yekê bandor li ser hejmara dengên PDKê kir, bi taybetî li sînorê Şingal, Kerkûk, Xaneqîn û Diyalayê.

Li gor berpirsên PDKê, eger ev rêgirî nebûna, hejmara kursiyên PDKê dê zêdetirî 35 kursî bûna. Li sînorê Diyala û Xaneqînê, weke Şingalê rêgirî gelek bûn, bi taybetî di roja dengdanê de çendîn rêbend hatibûn danîn, da ku dengderên Kurd negihîjin binkeyên dengdanê.

Berpirsê Liqa 15 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şêrko Tewfîq ragihand; Dezgeha Hilbijartinan a PDKê heta niha 28 gilî li ser proseya hilbijartinan tomar kirine û hejmarek giliyên din jî dê tomar bike, li sînorê Şingal û Neynewa ji aliyê milîs û çekdaran ve rêgirî gelek bûn, eger ev gilî werin yekalîkirin, hejmara kursiyên PDKê zêdetir bibin.