WHO: Rêjeya mirina bi Koronayê daketiye

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom ragihand; ji bilî welatên Ewropayê, rêjeya mirina ji ber Koronayê li cîhanê daketiye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom ragihand; ji bilî welatên Ewropayê, rêjeya mirina ji ber Koronayê li cîhanê daketiye.

Tedros Adhanom ragihand; ji bilî hejmarek ji welatên Ewropayê, ku di nava pêleke tund a Koronayê de ne, rêjeya pêketin û mirina ji ber vê vîrusê kêm bûye.

Adhanom eşkere kir ku rêjeya mirin û pêketina bi Koronayê di vê hefteyê de li hemû cîhanê daketiye.

Herwiha tekez kir ku lêdana doza sêyem a vaksînê li hinek welatan, dibe sedema bêparbûna beşeke mezin a mirovan, bi taybetî welatên hejar.