Enqere û Bexdayê li ser çavkaniyên avê li hev kirin

Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê ragihand; rêkeftina avê ligel Tirkiyê ketiye warê cîbicîkirinê.
Dîmenek ji çemê Dîcleyê
Dîmenek ji çemê Dîcleyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê ragihand; rêkeftina avê ligel Tirkiyê ketiye warê cîbicîkirinê, aliyê Tirkiyê dixwaze kêşeyên ligel Bexdayê çareser bike.

Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Mehdî Hemdanî ragihand; Recep Tayyip Erdogan li ser rêkeftina ku Enqere û Bexdayê derbarê çavkaniyên hevbeş ên avê îmze kirine, rastgo ye.

Mehdî Hemdanî eşkere kir ku îro pêncşemê 14ê Cotmehê rêkeftina avê ket warê cîbicîkirinê û diyar kir ku Wezareta Derve ya Iraqê bi fermî ev agahî ji wan re ragihandiye.

Hemdanî destnîşan kir ku pêşwaziyeke baş ji aliyê Tirkiyê ve ji dosyeya avê heye, ji ber vê yekê hikûmeta Iraqê di gihiştina vê rêkeftinê de serkeftî bûye.

Herwiha eşkere kir ku Iraqê ji bo dehan salên bê, ev rêkeftin ligel Tirkiyê îmze kiriye.

Wezîrê Çavkaniyên Avê ragihand: “Li ser dosyeya çavkaniyên hevbeş ên avê, Îran alîkariya Iraqê nake, her dem zirarên mezin li Bexdayê dikeve.”

Mehdî Hemdanî got: “Em hêvî dikin ku Îran li ser vê mijarê alîkar be, bi taybetî li parêzgeha Diyala asta ava çemên Hewîze û Karon gelek daketiye, li hember vê, Tirkiye û Sûriyê alîkariya Iraqê kirine.”