Ji Nêçîrvan Barzanî peyama pîrozbahiyê

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî bi boneya serkeftina hilbijartina Parlamentoya Iraqê di peyamekê de spasiya xizmên şehîdan û cenabê Serok Barzanî û polîtburo û kadro û cemawera PDKê kir.

Hewlêr (K24) - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî bi boneya serkeftina hilbijartina Parlamentoya Iraqê di peyamekê de spasiya xizmên şehîdan û cenabê Serok Barzanî û polîtburo û kadro û cemawera PDKê kir.

Peyama Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

Endam û cemawer û dengderên dilsoz ên Partiya Demokrat a Kurdistanê

Bi boneya serkeftina partiya me di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de, ez pîrozbahiyeke germ li kesûkarên serbilind ên şehîdên qehreman û Cenabê Serok Barzanî û polîtburo û encûmena serkirdetiyê dikim. Ez ji dil ve pîrozbahî li yek bi yek kadro û endam û cemawera PDKê û wan dengderên xoşewîst dikim ku baweriya xwe bi PDKê anîn.

Spasî û pêzanînên xwe ji bo we xoşewîstên li hemû binke, rêxistin, navçe, liq û encûmenên serkirdetiya parêzgehan, rêxistinên cemawerî û pîşeyî, ofîs û desteyên partiya me ji bo rola we ya dilsozî û xemxurî di encamdana bangeşeyeke şaristanî û aram ji bo serxistina hilbijartin û serkeftina namzedên PDKê de.

Ez destxweşî li yek bi yek wan hevalên dilsoz dikim ku li kolan û taxan û li her derê bangeşe kirin û dengder birin ser sindoqan. Gelek spas ji bo dengderên xoşewîst ji bo beşdariya wan a di proseya dengdanê de û ji bo bexşîna baweriya xwe bi Partiya Demokrat a Kurdistanê.

Beşdariya we ya dilsozî, îsbata bihêzbûna baweriya we ya bi rêbaza we ye. Hûn serweteke biqîmet û şanaziya mezin a PDKê ne, ku bi hîmeta we û dilsozên li cemawera PDKê û Kurdistaniyan bi giştî.

Ez pîrozbahî li hemû namzedên serkeftî yên PDKê dikim, ez ji hemûyan çaverê dikim ku bi awayê herî baş erkê xwe bi cih bînin û xizmetkarê xelkê bin, ligel endam û alîgir û cemawera PDKê, havêna yekrêziya aliyên Kurdistanî û berevanên serxistina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bin.

Serkeftina PDKê di vê hilbijartinê de rastgoyiya gelê me ye ji bo bawerî û îsbatkirina pêgeha PDKê li ser asta Kurdistan û Iraqê. Ev serkeftin erk û berpirsyariyên PDKê zêdetir û mezintir dike, divê di asta vê bawerî û dilsoziya endam û alîgiran de û di wê baweriyê de be, ku xelkê Kurdistanê jê re bexşand.

Serkeftin ji bo hemû endam û dengderên PDKê û li temamê xelkê Kurdistanê pîroz be.

Nêçîrvan Barzanî

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê

14/10/2021