Çar sal di ser xiyaneta 16ê Cotmehê re derbas bûn

Bûbû sedema jidestdana %51ê xaka Başûrê Kurdistanê.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Îro çar sal di ser xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an re derbas dibin, ew xiyanet bûbû sedema şehîdbûn û birîndarbûna hejmarek ji Pêşmerge û welatiyên nişteciyên deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, ji bilî zirarên maddî ku li ber welatiyên Kurd ên li wan deveran ket, zêdetirî 200 hezar kes awareyî Herêma Kurdistanê bûn, ku hîn jî beşek ji wan venegeriyane cih û warê xwe û nehatine qerebûkirin.

Hêsirên çavên pêşmergeyekî Kurdistanê di wê rojê de, ji ber wê xiyanetê bû ku %51ê axa Başûrê Kurdistanê ji destê Kurdan derket, ku bi hezaran Pêşmerge bi xwîna xwe ji destê DAIŞê rizgar kiribûn û diparastin.

Îro çar sal di ser wan bûyerên 16ê Cotmehê re derbas dibin, ku grûpek ji nava Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi rêkeftina ligel komên milîs ên Iraqê, li dijî berjewendiyên Herêma Kurdistanê li hev kiribûn û bû sedema êrîşkirina ser deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, di wan rojan de bajarê Kerkûk, Xurmatû, Xaneqîn û rûbereke berfireh a Kurdistanê ji aliyê komên milîs û piştevaniya aliyê derekî, dest bi ser de hate girtin.

Di 16ê Cotmeha 2017an de bi sedan hemwelatî şehîd û birîndar bûn û nêzîkî 200 hezar kes jî awareyî Herêma Kurdistanê bûn, ku ji wan beşeke mezin, hîn jî venegeriyane cih û warê xwe.

Di wan rojan de gelek mal û xaniyên welatiyên Kurd hatin teqandin û şewitandin. Li gor amarên rêxistina cemawera Xurmatû, di 16ê Cotmeha 2017an de û rojên piştî wê, 88 xanî hatine teqandin, zêdetirî 300 mal jî hatine şewitandin û nêzîkî 2 hezar û 500 mal hatine talankirin, du bazarên mezin ên navçeyê jî piştî talankirinê hatine şewitandin.

Li bajarê Kerkûkê û çend navçeyên din, baregehên partiyên siyasî, bi taybetî jî baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatin talankirin û piştre jî hatin şewitandin.

Du roj piştî bûyerên 16ê Cotmehê, Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl ku wê demê Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê bû, di peyamekê de ragihand: “Guneha karesatên Kerkûk û Xurmatû, di stûyê kalfêmên nav YNKê de ye.”

Lê belê Pêşmergeyê Kurdistanê roja 20ê Cotmeha 2017an li Pirdê û Sihêla sînorek li ber êrîşên milîsên Heşda Şeibî danî û destaneke xweragirî û dîrokî tomar kir û dawî li êrîşên ser Herêma Kurdistanê anî.

Îro ku çar sal di ser wê xiyanetê re derbas dibin, heta niha ne Neteweyên Yekbûyî û ne jî lijneyên lêkolîna rastiyan, bêdengiya xwe ya li hember wan bûyeran xera nekirine, lê belê herî dawî welatiyên Kurd dawî li vê bêgengiyê anî û di 10ê vê mehê de di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de tola xwe hildan û deng nedan kesên ku destê wan di wê xiyanetê de hebû.