Serokê Herêma Kurdistanê serdana Qeterê dike
Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro şemiyê 16ê Cotmeha 2021ê bi serdaneke fermî ber bi Dohaya paytexta Qeterê bi rê ket.
Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe de dê ligel Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî û hejmarek ji rayedarên din ên Qeterê bicive.
Di civînê de pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê ligel Qeterê, rewşa Iraq û navçeyê bi giştî û çend mijarên din ên cihê girîngiyê yên hevbeş, dê werin gotûbêjkirin.