Ti kandîdekî nêzîkî PKKê di hilbijartinên Iraqê de bi ser neket

Welatiyan baweriya xwe bi kandîdên nêzîkî PKKê neanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Ti kandîdekî nêzîkî PKKê di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de bi ser neket û baweriya xelkê jî bi wan nehat. PKKê tevî ku ji Herêma Kurdistanê dernakeve û bihaneyê dide Tirkiyê êrîş bike û navçeyên sînorî bomebaran bike, bûye sedema nearamiya wan navçeyan. Çavdêrên siyasî dibêjin, divê PKKê bizane ku xelk wan naxwaze û mînaka zelal ji wê yekê re ew e, ti kandîdekî nêzîkî wan di hilbijartinan de bi ser neket.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, bi piştevaniya hin mîlîşyayên Iraqê, îdareyeke ser bi PKKê li Şingalê hat sepandin. Di hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê de jî, tevî ku PKKê çendîn binpêkirin kirin jî, lê nekarî yek kandîdî jî di hilbijartinan de bi ser bixe. Bi vê yekê re jî diyar bû ku ti pêgeheke PKKê di nava Herêma Kurdistanê de nîne.

Roja 15ê vê mehê jî, careke Tirkiyê bi sedema hebûna PKKê, deverên Mawet û Şarbajêr ên Silêmaniyê bombebaran kirin.

Derbarê ziyanên PKKê li Herêma Kurdistanê de, çavdêrê siyasî Hawkar Celal ji K24ê re got: “Ji sedî 15 ji Kurdên li Tirkiyê, sûde ji PKKê nedîtine. Ma çawa welatiyên Herêma Kurdistanê dê sûdê ji PKKê bibînin? Di dawî hilbihartinan de welatiyan baweriya xwe nedan kandîdên PKKê, ev jî bersiva gel e ku dibêje: Em PKKê naxwazin.”

Piştî hilbijartinan, bi hejmar diyar bû ku ti cemawerê PKKê li Herêma Kurdistanê nîne, lê tevî wê jî ji Herêma Kurdistanê dernakeve ku bi wê sedemê jî, Tirkiye navçeyên sînorî bombebaran dike.

Endamê Encûmena Parêzegeha Silêmaniyê di wê derbarê Barzan Hamid ji K24ê re dibêje, divê Parlamentoya Kurdistanê û Wezareta Derve ya Iraqê werin ser xetê, ji ber ku ev pirs firehtir e û ne tenê girêdayî parêzgeha Silêmaniyê ye. Ev binpêkirin li hember Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.

Di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de, hejmarek ji kandîdên PKKê bi navê serbixwe beşdarî tê de kirin, lê tevahiya bazneyan nekarîn dengên pêwîst bi dest bixistana. Çavdêrên siyasî dibêjin, xelkê Kurdistanê têgihişîtine wê yekê ku siyaseta PKKê bi ti awayî xizmeta xelkê Kurdistanê nake û van hilbijartinan diyar kir ku xelkê Kurdistanê PKKê qebûl nake.