Nêçîrvan Barzanî ligel Mîrê Qeterê û Serokwezîrê wî welatî civiya

Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Qeterê hatin guftûgokirin
Hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê û Mîrê Qeterê
Hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê û Mîrê Qeterê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Serokê ligel Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî û Serokwezîr û Wezîrê Navxwe yê Qeterê Şêx Xalid Bin Xelîfe Bin Ebdulezîz civiya.

Di civînê de, Mîrê Qeterê tekez kir, welatê wî bi girîngî li pêwendiyên bi Iraqê re dinêre û aramî û ewlehiya Iraqê ji wan re girîng e. Herwiha amadehiya welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re bi taybet di warên aborî, bazirganî û weberhênanê de nîşan da.

Mîrê Qeterê xweşhaliya xwe nîşan da ku hilbijartinên Iraqê di aramiyê de birêve çûn û tekezî li daxwaza Qeterê ji bo firehkirina pêwendiyên bi Iraq û Herêma Kurdistanê kir. Behsa dawî serdana xwe ji bo Bexdayê kir û hêvî xwast di hatina vê carê bo Iraqê de, serdana Herêma Kurdistanê bike.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî ji bilî amajedana bi rola Qeterê, daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina pêwendiyên bi Qeterê re di hemû waran de nîşan da û tekez kir ku Herêma Kurdistanê wek fakterê aramî û ewlehiyê li Iraq û navçeyê dimîne. Kurteyek jî derbarê hilbijartinên Iraqê û encamên destpêkê yên pêşkêş kirin. Herwiha hêvî xwast hikûmetek jê derkeve ku jiyan û xizmetguzariyên baştir ji hemû pêkhateyên Iraqê re dabîn bike.

Di tewereke din a civînê de, her du aliyan nirxandin ji rewş û pêşhatên navçeyê bi giştî kirin û tekezî li girîngiya hevkariya hevbeş bo parastina ewlehî û aramiyê kirin.

Di civîna di navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Qeterê de, hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê, pêşbîniyên bo dahatûya proseya siyasî li Iraqê, pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi Qeterê re bi taybet di warê aborî, bazirganî, çandiniyê û geştiyariyê de, nexweşiya Covid-19 û ziyanên wê û proseya vaksînkirina li dijî wê nexweşiyê li Iraq û Qeterê, keştên asmanî yên rasterast ên Qeterê bo Herêma Kurdistanê Iraqê hatin guftûgokirin.

Her du aliyan tekezî li pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi Qeterê re kirin, behsa derfeta sermayeguzarî û weberhênana Qeterê li Herêma Kurdistanê û jê ve bo tevahiya Iraqê kirin wek bazareke mezin bi taybet di wan warên ku ji Herêma Kurdistanê û Iraqê re pêwîst in. Herwiha pêngavên vekirina Konsilxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê hatin guftûgokirin.

Dawî pêşhatên rûbirûbûna terorê, gef û metirsiyên DAIŞê, rê û awayê rûbirûbûna terorê û hizra tundrewiyê, rewşa koçberan li kampa Hol a Sûriyê, dawî pêşhatên navçeyê bi giştî û çend pirsên din ên cihê girîngiya hevbeş, mijarên din ên civînê bûn.

Hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Qeterê