Tirkiye û grûpên çekdaran hêzê dişînin ser sînorê Rojavayê Kurdistanê

Artêşa Tirkiyê fermana ‘Ji operasyonê re amade bin’ da çekdarên Artêşa Niştimanî ya opozîsyona Sûriyê.
Grûpên çekarên opozîsyona Sûriyê
Grûpên çekarên opozîsyona Sûriyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyê ya demek e xwe ji egera operasyonek nû li Rojavayê Kurdistanê re amade dike, fermana ‘Ji operasyonê re amade bin’ da çekdarên Artêşa Niştimanî ya opozîsyona Sûriyê.

Piştî gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û Wezîrê Berevaniyê ya Tirkiyê yên destpêkirina operasyonekê li Rojavayê Kurdistanê, artêşa Tirkiyê dest bi amadekariyên operasyonek nû li Rojavayê Kurdistanê li dijî YPG û HSDê dike. Armanca vê carê ya operasyona Tirkiyeyê, bajarê Til Rifat û Eyn Îsa ye.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê, Artêşa Tirkiyê fermana ji operasyonek nû re amade bin daye çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê. Herwiha Tirkiye û komên çekdar, hêzê ser sînorê Til Rifat û Eyn Îsa kom dikin.

Ev amadekarî di demekê de ne, berî du rojan jî Tirkiyê ji dronan ve belavok li asîmanê Til Rifatê belav kirin û daxwaza alîkariyê ji rûniştvanên wê navçeyê kirin.

Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ji grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê pêk tê û berê di bin fermana artêşa Tirkiyê de di Çileya sala 2018an de êrîş ser Efrînê û di Cotmeha 2019an de êrîş ser Girê Sipî û Serê Kaniyê kirin û dagîr kirin.