Şandeke PDKê li Silêmaniyê bi Polîtburoya YNKê re dicive
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Berpirsê Polîtburoyê Fazil Mîranî gihîşt bajarê Silêmaniyê û bi şandeke Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re civiya.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê, şanda PDK û şanda YNKê di vê civînê de guftûgoyan derbarê qonaxa piştî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê û yekrêziya aliyên Kurdî li Bexdayê dikin.
Peyamnêrê me da zanîn, şanda PDKê dixwaze yekrêziya Kurdî li Bexdayê bi aliyan re guftûgo bike û herwiha dixwaze wê rewşa ku di dema bangeşeya hilbijartinan de di navbera aliyan de rû daye, asayî bike.
Destnîşan kir jî, biryar e şanda PDKê ji piştî civîna bi YNKê re, her li Silêmaniyê bi Tevgera Gorran û Partiya Sosyalist a Demokrat re jî bicive.