Amerîka û Yekîtiya Ewropa pêşwaziyê li civînên Komîta Destûra Sûriyê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîka û Yekîtiya Ewropayê pêşwaziyê li gera şeşem a danûstadinên Komîta Destûra Sûriyê li Cenêvê dikin.

Roja 17ê Cotmehê gera Şeşem a Komîta Destûra Sûriyê bi amadebûna aliyên Şandeyê Navdewletî yê Taybet bo Sûriyê û şandên rêjîm, opozîsyon û civaka sivîl ên Sûriyê li Cenêvê dest pê kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price di konferanseke rojnamevanî de ragihand, welatê wê pêşwazî li gera şeşem a danûstandinên di navbera rêjîma û opozîsyona Sûriyê li Cenêvê dike.

Price got, Gelekî girîng e rêjîma Sûriyê û serkirdeyên opozîsyonê li gor biryara Encûmena Asayişa Navdewletî (2254) bi awayekî avaker li Cenêvê bicivin.

Ji aliyekî din ve, Berdevkê Berpirsê Siyasetên Derve û Karûbarên Ewlehiyê yên Yekîtiya Ewropa Peter Stano, piştevaniya Yekîtiya Ewropa ji gera şeşem a civînên Komîta Destûra Sûriyê re nîşan da.

Stano tekez kir, her çareseriyeke siyasî ya domdar ji Sûriyê re, pêwîstiya wê bi veguhestineke siyasî ya rastîn a li gor biryara navdewletî heye.

Destnîşan kir jî, Yekîtiya Ewropa ji şer û tundûtûjiya li Sûriyê dilgiran e û daxwaz ji hemû aliyan kir, pabendî parastina sivîlan û yasayên navdewletî bibin.