Fazil Mîranî: Divê pirsan yekalî bikin, piştre biçin Bexdayê

PDK dixwaze berî ku aliyên Kurdî biçin Bexdayê, ji bilî yekrêziyê, li ser postan jî li hev kiribin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) serdana hemû aliyan dike, li gor zanyariyên K24ê jî, PDK dixwaze berî ku aliyên Kurdî biçin Bexdayê, ji bilî yekrêziyê, li ser postan jî li hev kiribin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, PDK projeyekê ji avakirina Firaksiyona Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê amade dike û nêrîna hemû aliyên ku serdana wan dike, werdigire.

Peyamnêrê me destnîşan kir, eger hemû alî ne di wê firaksiyên de bin, PDK, YNK, Yegirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Partiya Komunîst bin jî, asayî ye.

Li gor zanyariyên li ber dest, PDK dixwaze berê ku aliyên Kurdî û Kurdistanê biçin Bexdayê, yekdengî li ser diyarkirina postan hebe.

Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî di konferanseke rojnamevanî ligel Sekreterê Partiya Komunîst a Kurdistanê de ragihand, divê pêştir bi yekdengî pirsan yekalî bikin, piştre biçin Bexdayê.

Fazil Mîranî ku serokatiya wê şanda PDKê dike ragihand jî, Kurd li Iraqê neteweya duyem e û mafê wê heye posta Serokomar werbigire û divê kesekî guncaw ji wê postê were diyarkirin.