Trump: Piştî mirina min weke Colin Powell pesnê min bidin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump li ser mirina Wezîrê berê yê Derve yê Amerîkayê Colin Powell diyar kir; tevî ku xeletiyên mezin encam dan, bi her hal Xwedê wî efû bike.
Donald Trump got; tevî ku Colin Powell hejmarek xeletiyên mezin encam dane, piştî mirina wî, medyayê zanyariyên nerast derbarê wî de belav kirin.
Trump dibêje: “Colin Powell ew kes bû ku beriya her kesî êrîşî ser Komariyan dikir, bi her hal Xwedê wî efû bike.”
Herwiha diyar kir: “Ez hêvî dikim piştî mirina min weke Powell pesnê min bidin.”
Wezîrê berê yê Derve yê Amerîkayê Colin Powell duh roja duşemê 18ê Cotmeha 2021ê ji ber vîrusa Koronayê (Covid-19) jiyana xwe ji dest da.