HDP daxwaza yekrêziya aliyên Kurdistanî dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê HDPê bang li hemû aliyên Kurdistanî dike, yekrêziya xwe dirust bikin û tîfaqa dijî şer dirust bikin.
Hevserokê HDPê Mîthet Sancar li Parlamentoya Tirkiye, di civîna fraksiyona partiya xwe de axivî û got, desthilat li ser bingeha dijminatiya Kurdan, siyaseta şer dimeşîne û helwesta rast a demokratîk rawestana hember siyaseta şer e.
Sancar got, HDP dijî şer dê yekîtiyek bihêz ava bike û bang li hemû aliyên Kurdistanî kir hember şer tîfaqa xwe dirust bikin.
Sancar bal kişand li ser siyasetmedarên girtîyên HDPê û got, yên gendelî dikin, pareyê reş spî dikin, çeteyan dirust dikin nayên dadgehkirin, lê siyasetmedarên Kurd ji ber xebatên demokratîk û aştiyane tên zîndankirin.