Cedan Elî: Tirkiye dixwaze deverên Kurdan ji hev veqetîne

Şîrovekarê Siyasî û Endamê Desteya Şêwirmendiyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Cedan Elî li ser gefên Tirkiyê û operasyonên serbazî yên li ser Rojavayê Kurdistanê axivî.
Şîrovekarê Siyasî û Endamê Desteya Şêwirmendiyê ya PDK-Sê Cedan Elî
Şîrovekarê Siyasî û Endamê Desteya Şêwirmendiyê ya PDK-Sê Cedan Elî

Hewlêr (K24) – Şîrovekarê Siyasî û Endamê Desteya Şêwirmendiyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Cedan Elî li ser gefên Tirkiyê û operasyonên serbazî yên li ser Rojavayê Kurdistanê diyar kir: “Tirkiye dixwaze ku nehêle herêmên Kurdan bi hev ve girêdayî bin.”

Cedan Elî beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û li ser helwesta Tirkiyê ya li hember Kurdan diyar kir ku Tirkiye doza Kurd weke dijmin dibîne û ti careseriyekê jê re nabîne û pêşniyaran nake û got: “Desthilata Tirkiyê çi bibêje, divê em weke Kurd bi cidî bin, tiştên dibêjin dikin.”

Elî destnîşan kir ku Tirkiyê beriya niha jî gef xwar û li aliyê Idlibê pêk anî, li Mertala Firatê pêk anî û li Efrîn û Serê Kaniyê jî pêk anî.

Şîrovekarê siyasî Cedan Elî li ser armanca Tirkiyê ya derbarê pêkanîna operasyoneke din a serbazî de diyar kir; Tirkiye ditirse statuyeke Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê jê re bibe metirsiyek û dixwaze li herêmê weke dewleteke zilhêz xwedî fişar û rol bibe û ji Sûriyê pareke mezin bixwe.

Li ser pirsa "Gelo hûn jî hebûna hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê weke metirsiyek li ser Tirkiyê dibînin?", Cedan Elî diyar kir: “Em ti car wisa nabînin ku metirsiyek li ser ewlehiya niştimanî ya Tirkiyê hebe. Tirkiye bi vê hincetê wisa dike, lê belê gotara siyasî ya PYDê, ne dirust e. Gotareke xelet e, gotarek e ku hincetan dixe destê Tirkiyê. Ji aliyê pratîk ve (PYD) tiştek nekiriye, carekê fîşekek jî neavêtiye aliyê sînorê Tirkiyê.”

Cedan Elî destnîşan kir ku mebesta Tirkiyê bi operasyonên serbazî ew e ku deverên Kurdî ji hev veqetîne û got: “Niha devera Efrînê ji Kobanî û Cizîrê birriye, Serê Kanî û Girê Spî jî birriye, Kobanî jî dorpêçkirî ye. Tirkiye dixwaze ku nehêle herêmên wan bi hev ve girêdayî bin.”