Hikûmeta Herêmê 400 milyar Dînar ji bo tendirustiya devera Raperînê vediqetîne

400 milyon Dînar ji bo dabînkirina pêwîstiyên bijîşkî yên devera Raperînê tê xerckirin.
Bajarê Ranya, navenda devera Raperîn
Bajarê Ranya, navenda devera Raperîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razemendî li ser xerckirina 400 milyon Dînar ji sektora tendirustiyê ya devera Raperînê da.

Ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên Koronayê li devera Raperînê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wek hevkariyeke bilez, razemendî li ser xerckirina 400 milyon Dînar ji sektora tendirustiyê ya devera Raperînê da.

Hat diyar kirin, 250 milyon Dînar bi mebesta danîna sîstem û tora oksicînê û gaza bijîşkî ji nexweşxaneya 100 textî ya Jiyan re tê xerckirin û 150 milyon Dînar jî bi mebesta dabînkirina pêwîstiyên bijîşkî ji wê deverê re tê xerckirin.