Parlamentoya Ewropayê bi tundî bersiva Erdogan dide

Serokê Parlamentoya Ewropayê: Em dest ji hewldanên xwe yên ji bo serbestberdana Osman Kavala bernedin
Serokê Parlamentoya Ewropayê David Sassoli
Serokê Parlamentoya Ewropayê David Sassoli

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Ewropayê David Sassoli rexne li biryara Tirkiyê ya nîşandana balyozên 10 welatan wek “kesên nayin xwast” girt.

Sassoli li twîttera xwe nivîs: “Derxistina balyozên 10 welatan, nîşana wê ye ku hikûmeta Tirkiyê ber bi desthilatdariyeke çewisandinê ve diçe.”

Sassoli got ku gefên bi vî rengî dê wan netirsîne û ew dest ji hewldanên xwe yên ji bo serbestberdana Osman Kavala bernedin

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan duhî ragihandibû ku wî ferman daye Wezareta Derve ku balyozên 10 welatan di nav wan de Fransa û Amerîka jî hene, wek kesên nayin xwastin ​​​​ rabigihîne. Li hemberî bangên wan ên ji bo serbestberdana Osman Kavala.

Amerîka, Fransa, Almanya, Kanada, Danîmarka, Hollanda, New Zelanda, Norwêc, Swêd û Fînlandiyayê roja Duşemê bi daxuyaniyeke hevpar banga berdana Kavala kirin û gotin, berdewamiya girtina wî gumanan li ser demokrasî û serweriya yasayî li Tirkiyê zêde dike.

Desthilatdarên Tirkiyê di 18ê Cotmeha 2017an de Kavala bi tawana hewldana têkbirina aramiyê û rûxandina rejîmê û piştevaniya xwepêşandanên dijî hikûmetê, girtibû.

Hikûmeta Tirkiyê bangên welatên rojava û Amerîka yên ji bo azadkirina Kavala red dike û dibêje, ew ti destêwerdanê di karûbarên dadweriyê de qebûl nakin.