Yekîtiya Ewropa bidarvekirina 24 Sûriyan şermezar dike

Yekîtiya Ewropa
Yekîtiya Ewropa

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîtiya Ewropa bidarvekirina 24 kesan li Sûriyê bi tometa teror û pêxistina agir bi daristan û ziviyan, şermezar kir.

Berdevkê Komîserê Ewropî yê Ewlehî û Siyaseta Derve, Peter Stano got, Yekîtiya Ewropa bidarvekirina 24 kesan bi tometa teror û pêxistina agir bi daristan û ziviyan di sala 2020an de, şermezar dike.

Stano li twittera xwe ji nivîsî jî: “Yekîtiya Ewropa gelekî dilgiran e, ji ber hin kesên temenbiçûk bi tometên hevşêwe, bi zîndankirina 10 – 12 salan hatin cezakirin.”

Got jî: “Yekîtiya Ewropayê bi tundî li dijî cezayê darvekirinê di her dem û mercan de ye. Ev ceza, tund, nemirovî û rê li ber tawanan nagire.”

Herwiha got: “Yekîtiya Ewropa kar ji bo nehîştina cezayê bidarvekirinê li cîhanê dike û ji Sûriyê daxwaz dike, tevlî vê arasteyê bibe.”

Wezareta Dadê ya Sûriyê ragihand, 24 tawanbarên ku agir vêxistine û kiryarên terorîstî pêk anîne hatin bidarvekirin. 11 kesên din jî ji ber têkdana dezgehên giştî bi zîndankirina hetahetayê hatin cezakirin.

Wezareta Dadê ya Sûriyê diyar kir jî, 5 kesên temenbiçûk (zarokên di bin 18 saliyê re) bi zîndankirina 10 heta 12 salan hatin cezakirin.