Li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê barîna berfê tê pêşbînîkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor daxuyaniya Rêveberiya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê ya Tirkiyê, sibe li Erzirom, Erzîncan û Agiriyê baraneke bihêz û tevî van bajaran li deverên bilind ên Qersê jî barîna berfê tê pêşbînîkirin.
Di daxuyaniyê de ji ber baran û berfê li ser îhtîmala lehî, cemed û pirsgirêkên gihandinê, hişyarî hat dayîn.
Herwiha tê pêşbînîkirin ku baran û berfa bihêz li piraniya herêmê piştî danê êvarê bandora xwe sivik bike.