Arjen Arî bi merasîmekê hat bibîranîn

Wêjekarên Kurd û malbata helbesvanê navdar Arjen Arî, li ser gora wî, bi helbest û qirnefîlan ew bi bîr anîn.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Wêjekarên Kurd û malbata helbesvanê navdar Arjen Arî, li ser gora wî, bi helbest û qirnefîlan ew bi bîr anîn. Bal hat kişandin ku Arjen Arî, bi kar û xebatên xwe, di wêjeya Kurdî de, rêç û mora xwe hiştiye û bi bêrî bibîr tînin.

Di ser koça dawî ya Arjen Arî de 9 sal derbas bûn, wêjekarên Kurd, li ser gora xwe, bi xwendina helbestan, pêxistina mûmikan û qirnefîlan bibîranîn.

Xuşka Arjen Arî, Necla Akkay anî ziman ku temenê wê û Arjen nêzîkî hevbûye, lê Arjen Arî, her wek bav, dayîk û bira lê xwedî derketiye û valahiya Arjen jî her tim li jiyana xwe hêst dike.

Necla Akkay ji K24ê re diyar kir: “Arjen Arî ji bo min ne hew birayekî bû, wek bavê min bû, temenê me herduyan ku biçûk bû jî, lê wî ew rola bavîtiyê li xwe girtibû û wek dayîka min û xuşka min bû, wek hevalê min bû. Ez bi şev û roj dikim nakim nikarim jibîr bikim. Dizanim ku vê rewşê bidîta dê nexwesta ez ew qas biber bikevim jî, lê ji vê rastiyê bêtir jî ez ji heq dernakevim.”

Wêjekarên Kurd jî, bal kişandin rola pêşeng ya Arjen Arî ku gelek nivîskarên nû jê îlham wergirtine.

Rêvebira Komeleya Wêjekarên Kurd û Rêvebira PEN a Kurd Roza Metîna jî anî ziman ku pênûsa xurt ya Arjen Arî, xizmetên mezin ji bo wêjeya Kurdî kiriye û bi minet û bêrî bibîr tînin.

Roza Metîna ragihand: “Arjen Arî wekî helbestavanekî gewre, xizmeta wêje û zimanê xwe kiriye û ji gelek kesan re jî bûye feyz, îlham û hêz. Loma jî em dibêjin, bila hêza pênûsa Arjen Arî daîmî be.”

Piştî koça dawî ya Arjen Arî, her sal li ser navê wî, helbestkarên Kurd tên xelat kirin û pirtûkên ku heta niha wê xelatê wergirtine jî li ser gora Arjen Arî hatin belav kirin.

Nivîskarê Kurd Mihemed Ronahî jî da zanîn ku divê kesayetên wek Arjen Arî, ji aliyê gel û civaka xwe ve, her tim qedra wan bê girtin û mizgînî jî da ku dê Filmek metraj dîrêj li ser hunera Arjen Arî jî bê kişandin.

Mihemed Ronahî destnîşan kir: “A rastî dema ku wêjekarê koça dawî dike, her gel û netewe di nav xwe de hindek hewlan didin da ku navê wî nemir bikin. Di dema xwe de çendî çalakî ji bo Arjen jî hatin lidar xistin û hin weşanxaneyan li ser navê wî pêşbaziyan kirin. Lê niha dixwazim mizgîniyekî jî bidim ku dê em fîlmekî li ser hunera Arjen Arî amade dikin.”

Arjen Arî, wek pêşengekî helbesta hevçerx ya Kurdî tê pênase kirin û di sala 1956’an de li Nisêybîina navçeya Mêrdînê jidayîk buye û di 30’ê Cotmeha 2012’an de li Diyarbekirê, ji ber nexweşîna pençeşêrê koça dawî kiribû.