Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Balyozxaneya Amerîka kir

Guftûgo derbarê rewşa giştî ya Iraqê ji piştî serkeftina hilbijartinên Encûmena Nûneran hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 1ê Mijdarê pêşwazî li şandeke bilind a Balyozxaneya Amerîka li Iraqê bi serokatiya Cîgirê Balyoz Gregory LoGerfo kir.

Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Amerîka Robert Palladino amade bû, guftûgo derbarê rewşa giştî ya Iraqê ji piştî serkeftina hilbijartinên Encûmena Nûneran û pêşvebirina pêwendiyên din navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka hatin kirin.

Çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, girîngiya berdewamiya piştevanî û hevkarîkirina Pêşmerge ji bo rûbirûbûna teroristên DAIŞê û pêşvebirina weberhênana kompanyayên Amerîka li Herêma Kurdistanê, mijarên din ên hevdîtinê bûn.