Lahûr Cengî ji YNKê hat derkirin

Çavkaniyekî ji polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji K24ê re ragihand.

Hewlêr (K24) – Çavkaniyekî ji polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji K24ê re ragihand; Lahûr Cengî ji YNKê hat derkirin.

Herwiha eşkere kir ku ji bilî Lahûr Cengî, li ser Aras Cengî, Ala Talebanî, Şadiman Mela Hesen û Jîno Mihemed jî biryara derkirinê hatiye dayîn.

Ev biryara Hevserokê YNKê Bafil Talebanî piştî wê yekê hat ku di 8ê Tîrmeha borî ve kêşeyên li nav YNKê bi dûrxistina Lahûr Cengî serî hildaye û Bafil Talebanî ku kurê mezin ê Sekreterê Giştî yê YNKê yê berê Celal Talebanî ye, ragihand; ji aliyê Lahûr Cengî ve hatiye jehrîkirin.

Herwiha kesayetên diyar ên YNKê yên weke Mela Bextiyar û Westa Hesen li nexweşxaneyê pişkinîn kirine û derketiye holê ku hatine jehrîkirin û niha Mela Bextiyar li Almanyayê tedawî dibe.

Beriya niha Bafil Talebanî ragihandibû; Lahûr Cengî şiyan û saziyên YNKê bi kar anîne ji bo wergirtina serane ji welatiyan û qaçaxî û pêkanîna band û bizdandina welatiyan û belavkirina tevliheviya civakî bi rêya torên civakî.