Îsraîl bi mûşekan êrîşî derdora Şamê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê baregehên rêjîma Sûriyê û mîlîşyayên Îranê li derdora Şama paytext mûşekbaran kirin.

Ajansa (SANA) belav kir, derengê şeva borî artêşa Îsraîlê bi mûşekan êrîşî xaleke artêşa Sûriyê li navçeya Zekiya ya ser bi Şamê ve kiriye.

Derbarê ziyanên êrîşa Îsraîlê de, wê ajansa hikûmeta Sûriyê amaje bi wê yekê kir, di encama êrîşê de, tenê ziyanên madî çêbûne.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Îsraîlê bi mûşekan êrîşî embarên çek û teqemeniyan a mîlîşyayên ser bi Îranê kiriye.

Îsraîlê di salên borî de, bi sedan êrîş li Sûriyê pêk anîne û dibêje, “ev êrîş bi armanca nehiştina bicihbûna leşkerî ya komên çekdar ên ser bi Îranê ve li ser axa Sûriyê ne.”