Malbata Mewda edaletê dixwaze

Li Belçîkayê cezayê polîsê ku zarokeke Kurd kuşt hat kêmkirin
Mewda li Belçîkayê bi teqeya polîsekî jiyana xwe ji dest da
Mewda li Belçîkayê bi teqeya polîsekî jiyana xwe ji dest da

Hewlêr (K24) – Dadgeha Belçîkayê cezayê polîsê ku teqe li mînîbusekê kiribû û zarokeke Kurd a penaber di nava mînîbusê de canê xwe ji dest dabû, ji 12 mehan bo 10 mehan kêm kir.

Di meha Gulana 2018an de malbateke Kurd dixwest bi rêya neyasayî bi mînîbusekê ji Belçîkayê biçin Brîtanyayê, dema ew di nav mînîbusê de bûn, polîsê Belçîkayê teqe li mînîbusê kir û gulleyek li serê Mewda ket û zaroka 2 salî jiyana xwe ji dest da.

Rêxistinên parastina mafên penaberan û mafên mirovan li ser vê bûyerê bertek nîşan dan û diyar kirin ku tiştê qewimî yek ji wan metirsiyan e ku rûbirûyî koça neyasayî û çarenûsa penaberan bûye.

Mewda û mînîbusa ku tê de jiyana xwe ji dest da

Efserê polîs ku 49 salî ye, di meha Sibata borî de tohmeta teqekirina li mînîbusa penaberan bi ser wî de hat kirin û dadgehê cezayê salekê zindanîkirinê û dayîna 400 euro bi ser wî de sepand, lê belê îro pêncşemê, dadgehê cezayê zindanîkirinê ji 12 mehan bo 10 mehan kêm kir.

Polîs li ber dadgeran gotiye ku mebesta wî tenê sekinandina wesayîtê bûye, mebesta wî kuştina kesekî nebûye û bûyer rûdaneke neçaverêkirî bûye.

Parêzerê polîs, li dadgehê daxwaz kir ku hemû cezayê li ser muwekîlê wî were betalkirin, lê belê dadgehê daxwaza wî red kiriye û tenê bi kêmkirina beşek ji cezayê wî razî bûye.

Dayîk û bavê Mewda li dadgehê

Li Belçîkayê grûpek ji bo dosyeya Mewda daxwaza edaletê dikin û ev grûp bi navê "Edalet bo Mewda" li dadperweriyê digere û li ser kêmkirina cezayê polîs, diyar dike ku ev kêmkirin peyamekê digihîne polîs û hêzên ewlehiyê ku bêhtir tundiyê li hember penaberan bi kar bînin.

Dayîk û bavê Mewda, di sala 2015an de bi rêya neyasayî çûne Ewropayê û gihîştine Belçîkayê û dixwestin biçin Brîtanyayê.

Dosyeya Mewda bûye rojeva raya giştî ya Belçîkayê û piştevaniyeke mezin lê tê kirin.

Mewdaya 2 salî di hemêza dayîka xwe de
Dîmenek ji hola dadgehê
Merasîma cenazeyê ya Mewda di sala 2018an de