Di êrîşeke DAIŞê de çekdarekî Heşda Şeibî hat kuştin

Li başûrê parêzgeha Selahedîn di êrîşeke DAIŞê de çekdarekî Heşda Şeibî hat kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li başûrê parêzgeha Selahedîn di êrîşeke DAIŞê de çekdarekî Heşda Şeibî hat kuştin û du çekdar jî birîndar bûn.

Qaymeqamê Duceyl Ebdulezîz Feze' ji medyaya Iraqê re ragihand; di êrîşeke DAIŞê de bo ser binkeyeke çekdarên ser bi grûpa Esayîbê Ehlê Heq, li devera Seyd Xerîb a li başûrê parêzgeha Selahedîn, çekdarekî Esayîb hat kuştin û çekdar jî birîndar bûn.

Li bazgeheke bakurê rojhilatê Bexdayê jî çekdarekî DAIŞê û yekî din, li devereke ser bi navçeya Rutbe ya li rojavayê Enbar hatin desteserkirin.