Platforma Zimanê Kurdî dixwaze saziyeke fermî ya zimanê Kurdî bê avakirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Çalakî, xebat û hewldanên ji bo zimanê Kurdî, bi pêşengiya Plantforma Zimanê Kurdî (PZK) didomin. PZK Kurdî, ji aliyekî ve li bajarên Bakur şaxên xwe ve dike û ji aliyê dinde jî, ji bo ku bi fermî mafên zimanê Kurdî bên pejirandin, bi partiyên siyasî û saziyên sivîl re, hevdîtin û hevkariyan dike. Berdevkê PZK a Kurdî Şerfxan Cizîrî, bi partiyên siyasî û saziyên sivîl yên Kurd re, bi daxuayniyekî ragihand ku ew dixwazin saziyeke zimanê Kurdî, li parlamentoya Tirkiyê wek fermî bê pejirandin û maf û xebatên zimên jî bi ser wê saziyên de bên meşandin.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerfexan Cizîrî, bi nûnerên partiyên Kurd re, daxuyaniyekî li dar xist û ragihand ku bi partiyên opozisyonê yên li parlamentoya Tirkiyeyê re hevdîtinan pêk aniye û ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê daxwazên xwe dubare kirine.

Şerefxan Cizîrî, ragihand ku wek platform ew amade ne ku ji bo mafên zimanê Kurdî bi her kesî re hevdîtin û hevkariyan bikin û daxwaz dikin ku Saziya Zimanê Kurdî li bakûr û Tirkiyeyê bê saz kirin û li parlamentoya Tirkiyeyê jî bê pejirandin. Cizîrî girîngiya sazkirina saziyeke fermî ya zimanê Kurdî ji bo Kurdistan24 wiha ragihand.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ji K24ê re got: “Heger saziya zimanê Kurdî ji aliyê parlamentoya Tirkiyeyê ve pejirandin, dê ew kêşeyên bi zimên ve giredayî yên wek : pisporiya ziman û derfetên ziman jî çarçoveya xwe bibîne. Wê deme dê kesên ku kar bikin bên diyar kirin, heger nivîskar bin, rojnamevan bin û her ku kî bin, dê armancên wê saziyê jî diyar bikin. Heta niha ji alifebeyên ku emê bikarbînin bigirin, heta kêşeya çareser kirina devokên heremî dê xebatên cuda bikarin bên kirin. Dema ku saziyeke wisa li parlamentoyê ji aliyê dewletê ve bê qebûl kirin û bi pispora ve birêbikeve, dê statuyekî ji bo zimanê Kurdî jî peyda bike.”

Nûnerên partiyên siyasî yên Partiya Demokratîk a Gelan HDPê û partiyên din yên Kurd jî hevkarî û piştgiriyên xwe ji bo xebatên li ser ziman ragihandin.

Hevserokê HDP’ê yê Diyarbekirê Zeyad Ceylan jî, da zanîn ku heta Kurdî, negihê statuya xwe xebatên ku hatine kirin, kêm in û ragihand ku ew amade ne bi hemû hêzên xwe ve ji bo zimên xebat bikin ku dê hevkariya xebatên zimên rêya yekîtiye siyasî jî xweş bike.

Hevserokê HDP’ê yê Diyarbekirê Zeyad Ceylan dibêje: “Ji bo gel û zimanê xwe em çi bikin, bes nake. Helbet e xebatên wiha û daxwazên wiha divê ji mêj ve bihatin kirin. Lê mezinên me gotine ku: ‘Ji kêra zirarê vegerî kar e.’Platforma me 3 sal xilas kir, ket sala çaran ku xebatênx we dimeşîne û rê xweş kir ku siyaseta Kurd, sazî û dezgehên Kurd û partiyên Kurd ku pir nedihatin gel hev, 9-10 ji wan pêkhateyên siyaseta Kurd û Kurdistanê werin cem hev û hevkarîiyan bikin.”

Rêvebirên platformê ragihandin ku ewê di daxwazên rewa yên ji bo zimanê Kurdî de bibiryar bin û kar û xebatên xwe bi berfireh ji bo bidestxistina wan mafan bidomînin.