Gergerlioglu: Bikaranîna Kurdistanê ne sûc e, girtina Kutum skandal e

Girtina akademîsyen Hifzullah Kutum rastî bertekên berfireh hat
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku akademîsyenê Zankoya Firad a Elezîzê Hifzullah Kutum ji ber twîtên ku parvekirinê hat girtin ev yek di qada siyasî û hiqûqî de rastî nerazîbunan hat. Hiqûqnas û siyasetmedar dibêjin bi ti awayî nayê qebulkirin ku navê twîtên derbarê Kurdistanê de wek tawan werin dîtin.

Akademîsyenê Zankoya Firad a Elezîzê Hifzullah Kutum di 5ê Mijdarê de ji ber parvekirinên xwe yên twîtterê ji kar hat dûrxistin û paşê jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat binçavkirin ku Şoreşa Îlonê bi wêneyê Mele Mistefa Barzanî pîroz kiribû, derbasbûna Pêşmerge bo Kobanê wek cejn pênase kiribû û Salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê bi wêneyê Serok Mesûd Barzanî pîroz kiribû. Piştî wergirtina îfadeyê jî Hîfzullah Kutum bi îddaya bangeşeya rêxistina neyasayî hat girtin. Derbarê vê pêvajoyê û helwesta hember Akademîsyen Hîfzullah Kutum de gelek aliyan nerazîbûn nîşan da û parlementerê HDPê Omer Farûk Gergerlîoglû anî zimên ku di gotin û parvekirinên Hîfzullah Kutum de qet hêmanên tawanê nînin û ev helwest derveyî aqliyetê ye.

û parlementerê HDPê Omer Farûk Gergerlîoglû ji K24ê re got: “Bikaranîna navê Kurdistanê ne tawan e. Girtina akademîsyen Hifzûllah Kutum skandalek e. Têkiliyên Tirkiyeyê yên dîplomatîk li gel Herêma Kurdistanê hene û Hîfzullah Kutum jî twîtên xwe de behsa Herêma Kurdistanê jî dike û girtina wî ya ji ber vê yekê têkçûna aqliyetê ye. Derbarê azadiya raderbirînê de ez piştgiriya Hifzûllah dikim. Mixabin li Tirkiyeyê helwesta neyînî ya hember nasnameya Kurd didome.  Divê demildest Tirkiye ji vê şermê xwe rizgar bike.”

Derbarê girtina Hîfzullah Kutum de Baroya Diyarbekirê jî bertek nîşan da û amaje kir ku ji dêvla ku zanko bibin derguşa zanist û azadiya raderbirînê mixabin ji ber ku nêrîna xwe aniye ziman akademîsyenek tê zindanîkirin, parêzerê Hîfzullah Kutum Mehmet Emîn Aktar jî anî zimên ku pêwîst bû ku ji ber twîtekê girtin çênebiba lê dema ku twît Kurdistan be ev helwest derdikeve holê. Mafnas Ridvan Dalmiş jî dibêje Kurdistan rastiyeke wisa ye ku ne pêkan e di qada hiquqî de bibe mijara tawanê.

Berdevkê PDK Bakur, mafnas Ridvan Dalmiş got: “Bi ti awayî ne pêkan e ku girtina Hifzullah Kutum di warê hiqûqî de were îzahkirin. Ev yek encama nefreta hember Kurdan e. Dadwer û dozger dema perwerdehiyê dibînin bi nefreta Kurdan tên perwerdekirin ku biryarên wiha didin. Li gorî yasaya sizayê ya maddeya 100. Divê girtin çênebuya. Ne tenê Kurdên Kurdistana Iraqê, kurdek hebe li Arjantînê jî, hebe li sere heyvê jî nefrete jê dikin. Ji ber wê ev biryar hatiye dayîn.”

Partiyên Kurdistanê yên Bakurê Kurdistanê yên wek PAK, PSK, KKP, Hereketa Azadî, HAK-PARê jî bertek dijî girtina akademîsyen Hifzullah Kutum nîşan dan û amake kirin ku nayê qebulkirin nirxên neteweyî yên Kurdan wek hêmana tawanê werin nîşandan û bang kirin ku divê demildest Hifzullah Kutum serbest were berdan.