Kongressmanekî Amerîkî: Piştevaniyê Kurdan dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Kongressa Amerîkî Mario Diaz-Balart ragihand, divê Kurd piştrast bikin ku Kongress piştevaniyê li doza wan dike.

Endamê Kongressa Amerîkî Mario Diaz-Balart ji K24ê re ragihand, Kurdan gelekî xweragirî nîşan dane û çendîn sal in ji bo azadiyê dixebitin, lê mixabin piştevanî nedîtin.

Wî endamê Kongressa Amerîkî tekez kir: “Divê Kurd wê yekê bizane ku di dawiyê de, azadî serkeftî dibe.”

Got jî: “Em li Kongressê, her hewlekê ji bo piştevaniya Kurdan didin. Kongress jî ti carî pişta xwe nade hevpeymanên xwe. Kurd çendîn caran rastî komkujî û çewisandinê hetine, lê Kurd xebata xwe domandine.”