Zaxarova bo Polanda: Hûn di wêrankirina Iraqê de beşdar bûn û niha jî penaberan werbigrin

Polanda bi têlbendkirina sînorên xwe û girtina wan li rûyê penaberên neyasayî ku ji Belarusê berê xwe dane Polandayê ve mijûl e.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova bersiva rexneyên Polandayê da û li hember tohmetên ku li Belarusê kiribûn, diyar kir: “Hûn di wêrankirina Iraqê de beşdar bûn, niha jî kerem kin penaberên Iraqî werbigrin.”

Mariya Zaxarova bi rêya kanala xwe ya Telegramê bersiv da Polandayê û got: “Du hezar serbazên Polandî di çarçoveya Hevpeymanan de ligel Amerîkayê ji bo 'demokrasiyê' çûn Iraqê.”

Zaxarova diyar kiriye: “Ew kesên iraqî bi xewn jî nefikirîne ku rojek weke penaber biçin Polandayê, beriya ku pêla demokrasiyê berê xwe bide wan, ew li ser axa xwe dijiyan, gelo niha Polanda amade dibe ku herî kêm bi qasî hejmara serbazên beşdarî şerê bûne, penaber werbigre?”

Îro Serokê Polandayê Andrzej Duda daxwaz kir ku demildest civînek were lidarxistin ji bo gotûbêjkirina rewşa deverên sînorî yên Polanda û Belarusê.

Polanda bi têlbendkirina sînorên xwe û girtina wan li rûyê penaberên neyasayî ku ji Belarusê berê xwe dane Polandayê ve mijûl e.

Biryar e civîn bi beşdariya serokwezîr û fermandarên ewlehiyê û saziyên bilind ên her du dewletan birêve biçe.

Di vê çarçoveyê de îro hêzên ewlehiyê yên Polandayê ragihand; rê li ber hewldaneke berfireh a derbaskirina sînor girtine, ku bi dehan penaberên li ser sînorê Belarusê xwestine derbasî Polandayê bibin.

Yekîtiya Ewropayê di wê baweiryê de ye ku Belarus li dijî Yekîtiya Ewropayê karta penaberan bi kar tîne.

Beriya niha ji Iraqê bi hezaran kes ji bo gihîştina Ewropayê berê xwe dabûn Belarusê û niha beşek ji wan li deverên sînorî û di nav daristanan de asê mane û di rewşeke dijwar a mirovî de ne.