Nûnerê Hikûmeta Herêmê li YEyê: Kêşeya koçberan bi milmilaniya siyasî ya cîhanî ve girêdayî ye

Dilawer Xalid Ajgeyî ragihand; kêşeya ku li ser sînorê Belarus û Polandayê derbarê koçberan de derketiye holê, pêwendiya wê bi qeyraneke siyasî ya navbera Belarus û welatên Yekîtiya Ewropayê heye.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Xalid Ajgeyî
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Xalid Ajgeyî

Hewlêr (K24) – Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Xalid Ajgeyî ragihand; kêşeya ku li ser sînorê Belarus û Polandayê derbarê koçberan de derketiye holê, pêwendiya wê bi qeyraneke siyasî ya navbera Belarus û welatên Yekîtiya Ewropayê heye, ku Belarus dixwaze bi rêya bikaranîna koçberan, kêşeyên xwe çareser bike.

Dilawer Xalid Ajgeyî ji K24ê re diyar kir; qeyrana koçberan a navbera Belarus û Yekîtiya Ewropayê, çend meh berê dest pê kiriye, ku balafireke Ewropî di ser esmanê Belarusê re derbas bûbû, hikûmeta Belarusê bi hinceta hebûna bombe û teqemeniyê, balafir neçar kir ku dakeve, piştre hat zanîn ku serkirdeyekî opozîsyona Belarusê di nav balafirê de hebûye û desteser kir, ev yek bû cihê nerazîbûna Yekîtiya Ewropayê.

Ajgeyî herwiha ragihand; ji bo nîşandana nerazîbûnê, alîgirên opozîsyona Belarusê dest bi xwepêşandanan kirin û piştre xwepêşandan ji aliyê hikûmeta Belarusê ve hat bêdengkirin, vê yekê wisa kir ku Yekîtiya Ewropayê helwesteke tund li hember Minsk nîşan bide.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir ku babeta duyem li ser pêwendiyên navbera Rûsya û Yekîtiya Ewropayê ye, ku li ser mijara gaza siruştî çend kêşeyên wan hene, buhayê gazê bi rêjeyeke berçav bilind bûye, ev jî bûye bargiraniyeke mezin li ser welatiyên Yekîtiya Ewropayê, ji bilî vê jî Rûsya bi çêkirina boriyeke nû ya gazê ve mijûl e, ku Polanda û Yekîtiya Ewropayê li ser vê mijarê gelek dij in û helwest wergirtine.

Çavdêr di wê baweriyê de ne ku Belarus ji aliyê Vladimir Putin ve li dijî Yekîtiya Ewropayê tê bikaranîn, ku niha nikare şer û cengê serbazî bike, bi rêya penaberan dijayetiya Ewropayê dike, ji bo vê, Rûsya û Belarus civînek li dijî Ewropayê encam dane, loma eger bixwazin sizayê Ewropayê bidin, divê bi hêza nerm be, weke Tirkiyê li hember Ewropayê bi rêya koçberan kir, bêguman bandoreke mezin li ser Ewropayê kir.

Dilawer Ajgeyî bal kişand ser wê yekê ku ne tenê ji Herêma Kurdistanê koçber li Belarusê ne, gelek koçberên Efxanî, Sûrî û çend netew û pêkhateyên din berê xwe dane Ewropayê.

Ajgeyî eşkere kir: “Yekîtiya Ewropayê dixwaze vê rêyê bigre, çimkî pêwendiya wê bi Belarusê xirab e, loma divê ligel aliyê sêyem bi Minsk re gotûbêj were kirin, ji ber vê yekê li bendê ne ku koçber vegerin welatê xwe, Ewropa nikare alîkariya penaberan bike, çimkî pêwendiya wê bi Belarusê re baş nîne.”