Çavuşoglu: Destê me di veguhastina koçberan bo Belarusê de nîne

Wezareta Derve ya Tirkiyê tohmetên derbarê destêwerdana Tirkiyê di veguhestina koçberan bo Belarusê de red dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di pêwendiyeke telefonî de bi hevtayê xwe yê Polandî Zbigniew Rau re ragihand, destê welatê wî di veguhestina koçberan bo Belarusê de nîne.

Ajansa Rûsî “Novosti” ji ser zarê jêderekî ji Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand, Çavuşoglu xemgîniya xwe ji aliyê Polandî re anî ziman ku tevî ku Tirkiye ne aliyek pirsgirêkê ye jî, hewl tên dayîn ku Tirkiye û kompanyaya “Turkish Airlines” sûcdar bikin.

Wê ajansê destnîşan kir, Çavuşoglu ji Varşovayê re pêşniyar kiriye ku komîteyeke teknîkî ji bo pişknînê di vê derbarê de bike, serdana Tirkiyê bike.

Qeyrana koçberan li ser sînorê Belarus û Polandayê bû sedema nakokiyê di navbera welatên Ewropayê de, di wê derbarê de biryar Encûmena Asayişa Navdewletî bicive.

Rewşa li ser sînorê Belarus û Polandayê her ku diçe xirabtir dibe û zêdetirî 1500 koçber hîn li ser sînorê Polanda û Belarus asê mane.