Dadweriya Iraqê: Ti belgeyeke yasayî li ser sextekariya hilbijartinan nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê radigihîn, li gor lêkolînan, sextekarî di encamên hilbijartinên 10ê Cotmehê de nebûne. Diyar kir jî, lêkolîn di hewla terorkirina Serokwezîrê Mistefa Kazimî de berdewam e.

Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê Fayiq Zêdan ji Ajansa Nûçeyan a Îraqî re ragihand, “heta niha, sextekariya hilbijartinan bi belgeyên yasayî nehatiye çespandin.”

Derbarê bûyera kuştina xwepêşanderekî hefteya borî li derdora Herêma Kesk a Bexdayê de, Zêdan diyar kir, lêkolîn di wê bûyerê de berdewam e.

Herwiha aşkere kir, dosyeya lêkolînê ya hewla kuştina Kazimî li cem komîteya ku ji aliyê Serokwezîr ve hatiye avakirin e û heta niha ji bo dezgeha dadweriyê nehatiye pêşkêşkirin.

Alîgirên Heşda Şeibî ji piştî ragihandina encamên hilbijartinên 10 Cotmehê, wek nerazîbûnekê li ser encaman, dest bi xwepêşandanan kirin.

Roja 5ê Mijdarê jî di encama aloziya di navbera wan û hêzên ewlehiyê de jî, kesek hate kuştin û hejmarek din ji xwepêşanderan birîndar bûn.