Îdiaya civîna Bafil Talebanî û Lahûr Cengî hat redkirin
Hewlêr (K24) – Piştî belavbûna îdiaya civîna Hevserokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û Lahûr Cengî, çavkaniyekî agahdar li Debaşanê ev îdia red kir û ragihand; ti civînek nehatiye kirin.
Çavkaniyekî agahdar ji K24ê re ragihand; nûçeyên ku behsa civîna Bafil Talebanî û Lahûr Cengî dikin, ji rastiyê dûr in û ti bingeha wê tune ye.
Ji 8ê Tîrmeha borî ve nakokiyên navbera hevserokên YNKê bûye mijareke medyayê û herî dawî Bafil Talebanî, Lahûr Cengî ji partiyê der kir.