Îtalya hevkariya ligel Herêma Kurdistanê berfireh dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêncşemê 11ê Mijdara 2021ê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Îtalya yê nû yê li Hewlêrê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Îtalya yê nû kir
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Îtalya yê nû kir

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêncşemê 11ê Mijdara 2021ê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Îtalya yê nû yê li Hewlêrê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarkirinê li Konsulê Giştî yê Îtalya yê nû kir û hêviya xwe anî ziman ku di erkê xwe de serkeftî be û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê di hemû waran de pêş bixe.

Konsulê Giştî yê Îtalyayê jî bal kişand ser girîngiya bihêzbûna pêwendiyên welatê wî ligel Herêma Kurdistanê û amadebûna Îtalyayê ji bo berfirehkirina hevkarî û hemahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand.

Dîmenek ji civînê