Li Deryaya Egeyê belemeke koçberan noqî avê bû

Federasyona Seranser a Penaberên Iraq – Kurdistanê ragihand, duh bi şev belemeke penaberan li Deryaya Egeyê ya li sînorê Tirkiyê noqî avê bû.
wêne: arşîv
wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) - Federasyona Seranser a Penaberên Iraq – Kurdistanê ragihand, duh bi şev belemeke penaberan li Deryaya Egeyê ya li sînorê Tirkiyê noqî avê bû û jineke Kurd jî di nav kesên qurbanî de ye.

Li gor daxuyaniya heman federasyonê belemeke penaberan li Deryaya Egeyê ya li sînorê bajarê Îzmîr ê Tirkiyê noqî avê bû û li gor zanyariyên berdest jineke kurd jî jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha hat eşkerekirin ku kesûkarên wê jina penaber pêwendî bi federasyonê ve kiriye ji bo vegerandina termê wê jinê ji bo Herêma Kurdistanê û federasyonê jî amadebûna xwe nîşan daye ji bo encamdana rêkarên yasayî û vegerandina termê wê jinê bo Herêma Kurdistanê.