Pisporê ewlehiyê: Mûsil armanca sereke ya DAIŞê ye

Emîr Ebdulmunîm ragihand; divê sînorên Iraqê yên ligel Sûriyê baştir werin parastin.
Mûsil
Mûsil

Hewlêr (K24) – Pisporê ewlehiyê Emîr Ebdulmunîm ragihand; divê sînorên Iraqê yên ligel Sûriyê baştir werin parastin, ji ber ku ew dever û parêzgeha Neynewa armanca sereke ya DAIŞê ne.

Emîr Ebdulmunîm diyar dike ku terorîst parêzgeha Neynewayê dikin armanc, da ku bi hêsanî ji Sûriyê derbasî nav axa Iraqê bibin.

Ebdulmunîm eşkere dike ku terorîstên rêxistina DAIŞê dixwazin derdora parêzgeha Neynewayê bikin armanc, bi taybetî jî devera Hezer, ji ber ku Neynewa ji bo terorîstan xala herî nêzîk e ku ji Sûriyê derbasî Iraqê bibin.

Pisporê ewlehiyê destnîşan kir ku li biyabana Hezerê bi awayekî berdewam çalakiyên ewlehiyê têne encamdan ji bo rêgirtina li derbasbûna çekdarên DAIŞê ji Sûriyê bo nav axa Iraqê.

Sibeha roja 6ê Mijdara 2021ê hêzên Mîhwera Şeş a Pêşmerge ligel Fermandariya Operasyonên Neynewa, operasyoneke hevbeş a serbazî li dijî DAIŞê li sînorê parêzgeha Neynewa encam da.

Operasyon bi piştevaniya Hêzên Esmanî yên Iraqê û firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî li deverên Kuşafa Jor û Kuşafa Jêr hat encamdan û paşmahiyên terorîstên DAIŞê, bi temamî hatin paqijkirin.