Serokwezîr Mesrûr Barzanî li rewşa tendirustiya Mela Bextiyar pirsî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bixêrhatinî li Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê Mela Bextiyar kir û li rewşa tendirustiya wî pirsî.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êvara şemiyê 13ê Mijdara 2021ê bi rêya pêwendiya telefonî, bixêrhatinî li Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar kir û li rewşa tendirustiya wî pirsî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe ji ber vegera Mela Bextiyar û başbûna rewşa tendirustiya wî nîşan da û ji bo wî tendirustiyeke baş hêvî kir.

Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê Mela Bextiyar jî ji ber pêwendî û halpirsînê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.