Mela Bextiyar: Jehrîkirina min tawaneke siyasî û partîtî ye

Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê Mela Bextiyar radigihîne, “Ez di nava YNKê de hatim jehrîkirin.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî vegera bo Kurdistanê, Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê Mela Bextiyar radigihîne, “Ez di nava YNKê de hatim jehrîkirin.”

Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar, îro konferanseke rojnamevanî derbarê jehrîkirina wî de girê da.

Mela Bextiyar got: “Tawana jehrîkirina min di asta herî bilind a bijîşkî de hatiye çespandin. Ez sedî ji sed ji mirinê vegeriyame. Ez di nava YNKê de hatim jehrîkirin. Du – sê mehan berî 8 Tîrmehê ev tawan li hember min hate kirin.”

Got jî: “Zanyarî gihîştin min ku ez di nava Dezgeha Zanyarî de hatime jehrîkirin.”

Herwiha got: “Jehrîkirina min tawaneke siyasî û partîtî ye.”

Mela Bextiyar tekez kir: “Ne ya li min hatiye kirin, ya li YNK'ê hatiye kirin ji jehrkirinê metirsîtir e. Metirîs di wê de ye, piştî Kongreya Çarem, YNKê baweriya endamên xwe ji dest da. YNKê nêzîkî 600 hezar deng di hilbijartinan de kêm kirin.”

Mela Bextiyar got: “Dema min zanî ku ez hatime jehrîkirin, ji bilî malbat û hin hevalên xwe yên nêzîkî, min kesek bi wê yekê agahdar nekir. Piştî çûm Emmanê û encamên testê derketin, min encam ji heval Bafil, Dezgeha Zanyariyê û Dr. Xesro re şandin.”

Diyar kir jî: “Piştî Emmanê vegeriyam Silêmaniyê û min 2 caran hevdîtin bi heval Bafil re û carekê jî bi Berpirsê Dezgeha Zanyariyê re kir û piştre ji bo wergirtina çareseriya bijîşkî, çûm Almanyayê.”

Mela Bextiyar tekez kir: “Li nexweşxaneyeke her baş min çareserî wergirt û niha ti jehr bi min re nemaye.”  

Mele Bextiyar diyar kir, ew ê derbarê jehrîkirina wî de giliyê li dadgeha Kurdistanê veke û eger encam neda, ew ê biçe Bexdayê û eger li wir jî encam nedît, ew ê giliyê li derveyî welat veke.