Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Misrê li Iraqê kir

Di civînê de tekezî li ser bihêzkirina û pêşvebirina pêwendiyên di warê kulturî, akademî û aborî de hate kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 14ê Mijdara 2021ê pêşwazî li Balyozê Misrê li Iraqê Welîd Mihemed Îsmaîl kir.

Di hevdîtinê de ku Kosulê Misrê li Hewlêrê Wecîh Hîcazî amade bû, ronahî hate xistin ser pêwendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Misrê de.

Herwiha di civînê de tekezî li ser bihêzkirina û pêşvebirina pêwendiyên di warê kulturî, akademî û aborî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Misrê de hate kirin.

Her di wê civînê de, şanda mêvan pesnê kultura pêkvejiyan û aramiyê li Herêma Kurdistanê da û rola dîrokî ya Serok Barzanî di xebata gelê Kurdistanê de bilind nirxand.

Guftûgokirina li ser gefên terorê û çend pirsên din ên cihê bayexdana her du aliyan, mijarên din ên civînê bûn.