Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Misrê li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi pêgeha girîng a Misrê li herêmê kir û daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina pêwendiyan ligel Misrê di hemû waran de nîşan da

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 14ê Mijdara 2021ê pêşwazî li Balyozê Misrê li Iraqê Welîd Mihemed Îsmaîl kir.

Di hevdîtinê de ku Kosulê Misrê li Hewlêrê Wecîh Hîcazî amade bû, behsa rewşa giştî ya Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên di navbera Misr û Herêma Kurdistanê hate kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi pêgeha girîng a Misrê li herêmê kir û daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina pêwendiyan ligel Misrê di hemû waran de nîşan da.

Balyozê Misrê spasiya hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û amadehiya welatê xwe ji pêşvebirina zêdetir a pêwendiyan nîşan da, bi taybetî di warê weberhênan û bazirganî de.