84 sal in gora Seyîd Riza nehatiye eşkerekirin

Li Tirkiyê 84 sal beriya niha pêşengê Tevgera Kurd Seyîz Riza, kurê wî yê 14 salî û 5 hevalên wî li Xarpêta Bakurê Kurdistanê hatin darvekirin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Li Tirkiyê 84 sal beriya niha pêşengê Tevgera Kurd Seyîz Riza, kurê wî yê 14 salî û 5 hevalên wî li Xarpêta Bakurê Kurdistanê hatin darvekirin. Bi boneya bîranîna Seyîd Riza û rêhevalên wî li Enqera paytexta Tirkiyê çalakiyek hat sazkirin. Beşdarên çalakiyê amaje kirin ku Qetlîama Dêrsimê yek ji jenosîda herî mezin ya komara Tirkiyê ye û hêj jî dewleta Tirkiyê derbarê vê qetlîamê û dîtina gorê Seyît Riza de gaveke erênî neavêtiye.

Di komara Tirkiyê de 84 sal beriya niha di salên 1937 û 38an de qetlîama Dêrsime pêk hat û di vê qetlîamê de Pêşengê tevgera Kurd yê wê heyamê Seyîd Rizayê 74 salî kurê wî yê 14salî û 5 serkirdeyên din yên hereketa Kurd hatin darvekirin. Ji ber vê çendê li Enqera paytexta Tirkiyê Ji aliyê Nûnerên Saziyên Civakî yên Elewiyan ve, Pîrê Dêrsimê Seyîd Rıza û hevalên wî di 84emîn Salvegera darvekirina xwe de, bi çalakiyekê hatin bibîranîn. Di bîranînê de ji bo Seyîd Riza, rêhevalên wî û bi hezaran qurbaniyên qetlîama Dêrsimê mûm hatin pêxistin.

Lêkolîner û dîroknasê Kurd Mehmet Bayrak ku li ser Dêrsimê bi dehan pirtûk û lêkolîn kirine di biranînê de ragihand ku Dêrsim yek ji jenosîda herî mezin ya komara Tirkiyê ye û gorî lêkolînê wî 50 hezar kes hatine qetilkirin.

Prof. Dr. Mehmet Bayrak ji K24ê re diyar kir: “Li Dêrsimê berê amadekariyên xwe kirin paşê 1937 û 38an jenosîd çêkirin li ser Dêrsimê. Nêzîkî 50 hezar kes kuştin li hêlê Dêrsimê. Yanî ev jenosîd e. Hikûmeta niha aliyekî polîtîkayên berê rexne dike lê dîsa bi xwe haman polîtîkayê berdewam dike.”

Hevserokê Komeleya Elewiyên Demokratîk yê şaxa Enqerê Mustafa Karabudak jî da zanîn ku ev 84 sal in ji aliyê dewletê ve lêborînek nehatiye xwastin û niha jî bi şewitandina daristanan, bi çêkirina bendav û bi hincetên operasyonan dixwazin dîrok, bawerî, çand û deverên wê yên qedîm ji holê rakin.

Mustafa Karabudak destnîşan kir: “Ev 84 sal in tiştek neguheriye. Her çiqas dem bi dem dewletê gotibe lazime lêborîn ji gelê Dêrsimê bê xwastin jî mixabin heta niha tu gav nehatine avêtin. Bi dehan sal in em daxwaz dikin ku cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî bên eşkerekirin lê ev daxwaza me hêj nehatiye bicihkirin. 84 sal berê bi qetlîamê xwastin dîroka Dêrsimê ji holê rakin, niha jî bi bendaw, şewata daristanan û operasyonan dixwazin Dêrsimê, giringiya wê ya bo Elewiyan ji holê rakin.”

Seyîd Riza beriya ku bê darvekirin dibêje rayedarên komara Tirkiyê li hember derew, dek û dolabên xwe ez bi serneketim ev ji bo min bû dert lê ez li hemberî we serî natevînim bila ev jî ji bo we bibe dert û di mijdara sala 1937an li Elazîza Bakurê Kurdistanê li gel kurê xwe û 5 rêhevalên xwe tê darvekirin. û cihê goristanên ew kesên hatina darvekirin hêj nehatiye eşkerekirin.