Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê dibe
Hewlêr (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 15ê Mijdara 2021ê di demjimêr 17:00an de merasîma 8emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê birêve diçe.
Festîvala Navdewletî ya Fîlman biryar e li bajarê Duhokê birêve biçe, ku 7 roj dê berdewam bibe û çendîn fîlmên Kurdî tê de werin nimayîşkirin, ev 8emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê ye.