Li Tirkiyê grama zêr, rekoreke dîrokî tomar kir

Nirxê grama zêr, ji 600 lîreya Tirkiyê derbas bû
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li aliyekî bilindbûna dolar û ketina nirxê Lîreyê Tirkiyê dibe sedema ku nirxê zêr jî bilind bibe. Di nava dû mehan de yek grama zêr rekorta xwe ya dîrokî şikenand û bû 600 lîre. Li gorî zêrfiroşan kirîn û firotina zêran ji bo welatiyan êdî bûye wek xewn û xeyalekê.

Zêr li ser hev rekortên dîrokî li xwe tomar dike. Di destpêka hefteya borî de bûhayê zêrên ku bi şêweyekî berwarî endeksa xwe stabîl kiribû. Lê bi ragihandina asta enflasyonê ya li Emerîkayê û zêdebûna dolar ku yek nirxê dolarê Emerîkî çû ser 10 Lîreyê Tirkiyê, zêr jî qayişa xwe qetand û di 98 saliya Komara Tirkiyê de rekorta herî dîrokî li xwe tomar kir û yek girama zêr bû 600 lîre.  Li gorî zêrfiroşê Kurd Omer Atabak rewşa Tirkiyê nebaş e heta rewşa Tirkiyê baş nebe wê zêr hê jî bilintir bibe. Civak jî êdî hew dikare zêran bikire ji ber bûhayê bilind yê zêran.

Zêrfiroş Omer Atabak ji K24ê re got: "Zêr vê gave ne diyar e bê wê çawa bibe. Cemaet dibêje wê pêşkeve jorde biçe. lê vê gavê halê Tirkiyê ne xweş e. Di vê demê divê mirov temaşe bikin gelo wê dakeve an bilind bibe. Ji ber wê jî tiştekî diyar nîn e. Herkes dizane ku madê Tirkan vê gavê xweş nîn e. Xelk temaşeyî zêran dike yên ne zewicîne hemû di mal de mane. Hemû zêr jî maye ji ber ku wezê zêrê vê wextê xweş nîn e. Zêr zor giran bûye cemaet nikare bizewice, eger madê Tirkan xweş bibe wê xelk jî bizewice û hertişt jî baştir bibe."

Li gor daneyên hatine tomarkirin roja Înê 12ê Sermawezê kirîna yek gramê zêr 590 lîre firotina wê jî 595 lîre bû. Lê heman rojê êvarî bûhayê gramê zêr çû ser 600 lîreyan ku ev demek drêje pispor hişyariyê didin û her digotin wê grama zêr rekortên dîrokî li xwe tomar bike. Çarîka Zêr jî, roja Şemiyê çû ser 985 lîreyan, di destpêka sala 2021an ya meha Rêbendanê de çarîka zêr bi 715 lîreyan dihate firotin.

Zêrfiroş Şakîr Oztop dibêje: "Zêr gelekî bilind bû. Em hemû rawestiyane û lê tameşe dikin. Edî kes nikare zêran bikire ji ber gelekî bilid bûye. Wê zêr bê asta 600 lîreyan. Ne halê me ne jî yê welatiyan ne ti hal e."

Li gorî pisporan sedema bilindbûna nirxê zêr bi bilindbûna nirxê dolar ve girêdayî ye. Bi boçûna wan herwisa metirsiya kêmkirina faîzan û biryarên Bankaya Navendî bandoreke mezin li ser zêr jî dike. Yek ji sedemên din jî ji ber bûhayê zêr welatî hew dikarin zêran bikirin. Ji ber ku asta kirîn û firotina zêran kêmbûye zêr vê yekê jî ji xwe re wek fersendekê dibîne û li ber bayê dolar bilind dibe. Tê çaverêkirin ku zêr jî wek dolar di dawiya sala 2021an de rekortên nû li xwe tomar bike û yek girama zêr bigihê qonaxa 650 Lîreyên Tirkiyê. Ev nediyaî û nearamî jî metirsiya di nava civakê de zêde dike û welatiyan ji kirîna zêran dûr dixe.