Pasevanên sînorê Polandayê gefê li koçberan dixwin

Pasevanên sînorê Polandayê gefa wê yekê dixwin ku eger pêwîst bike li dijî koçberên li ser sînorê Belarusê çekan bi kar bînin.

Hewlêr (K24) – Pasevanên sînorê Polandayê gefa wê yekê dixwin ku eger pêwîst bike li dijî koçberên li ser sînorê Belarusê çekan bi kar bînin, ku ji bo derbasbûna nav welatê wan zextê li wan dikin.

Berdevkê Pasevanên Sînor ên Polandayê ragihand: “Ez dikarim ji we re dûpat bikim ku eger rewş pêwîst bike, pasevanên sînor ji bikaranîna çekan dest bernadin.”

Herwiha eşkere kir ku "welatê wan hemû hewldanên xwe dike ji bo vê bijardeyê bi cih neyne".

Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku îro medyayên cîhanî belav kirin ku weke bertekek li hember reftarên koçberan û hewldanên wan ên derbasbûna sînor û rakirina astengiyan û avêtina keviran li pasevanên sînor, hêzên ewlehiyê yên Polandayê ava şidandî û gaza rondikrêj li hember koçberan bi kar anîne.

Ji 8ê meha borî ve bi hezaran malbatên koçber ku beşeke mezin Kurd û Erebên Iraqê ne, li ser sînorê navbera Belarus û Polandayê kom bûne û hewl didin ku derbasî nav axa Yekîtiya Ewropayê bibin.