Li Korbenda Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn li Duhokê guftûgo li ser çend piran tê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Korbenda Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn li Zanîngeha Amerîkî – Kurdistan li Duhokê berdewam e û îro çend panel birêve diçin.
Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, berşdarbûyên korbendê di çend panelan de, guftûgoyan li ser rewşa Herêma Kurdistanê, Iraq û Rojhilata Navîn bi giştî dikin.
Di panela yekem a bi navnîşana Geşepêdan li Kurdistana Iraqê de, her yek ji Şêwirmendê Bilind ê Emmar Hekîm Dr. Mihemed Razî, Cîgirê Rêveberê Tîma Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed, Lêkolînera li Navenda Mihemed Bin Raşid Dr. Selma Rîfas, Rêveberê Giştî yê UGov Stephen Shakespeare û endamê berê yê Emncûmena Giştî ya Brîtanya Lord Frances Mode birêve diçe. Panel jî ji aliyê Dr. Karin Yong tê birêvebirin.
Di roja duyem a Korbenda Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn a li Zanîngeha Amerîkî – Kurdistanê 3 panelên din tên lidarxistin û tê de hejmarek ji akademîsyen, dîplomatkar û lêkonînerên Kurd, Ereb û biyanî guftûgoyan dikin.
Korbenda Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn li Duhokê, bi gotareke Dr. Huner Îsa yê ji Zanîngeha Amerîkî – Kurdistan li Duhokê, bi dawî dibe.