Nêçîrvan Barzanî û Emmar Hekîm tekeziyê li parastina aramiya siyasî dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Serokê Tevgera Hîkme, Seyîd Emmar Hekîm kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê 17.11.2021ê, pêşwazî li Serokê Tevgera Hîkme, Seyîd Emmar Hekîm kir.

Di hevdîtinê de rewşa Iraqê bi giştî, encamên hilbijartina pêşwext ya Encûmena Nûnerên Iraqê, pêşbîniyên pêşeroja proseya siyasî, hikûmeta bê ya federalî ya Iraqê û erk û gefên li ber wê hatin nirxandin.

Her du alî tekez li ser girîngiya parastina aramiya siyasiya li welat û destgirtina bi bijardeya demokrasiyê û pêşxistina proseya siyasî û gihîştina hêz û aliyên Iraqiyan bi hevdu têgihiştineke rizamend ya ji bo hemûyan kirin ku xizmetê bi niha û paşeroja Iraqê û çareserkirina kêşeyên wê bike.

Di mijareke din a hevdîtinê de behsa dîtin û têbîniyên li ser proseya dengdanê hate kirin û her du alî hevnêrîn bûn ku her nerazîbûn û têbîniyek li ser encamên hilbijartinê hebe, li gor rêkarên destûrî û yasayî bêne çareserkirin û hikûmeta bê jî girîngiyê bi daxwaza welatiyan bibe.