Li bajarê Duzce yê Tirkiyê erdhej çêbû

Li bajarên Kocaelî, Sakarya, Bolu û Stenbolê jî hat hîskirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Duzce yê Tirkiyê bi hêza 5 pile erdhej qewimî û li bajarên Kocaelî, Sakarya, Bolu û Stenbolê jî hat hîskirin.

Serokatiya Rêvebirina Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku di demjimêr 15:40î de bi hêza 5 pile erdhej rûda.

Herwiha ragihand ku erdhej 18.02 kîlometre di bin erdê de çêbûye.

Parêzgarê Duzceyê Cevdet Atay eşkere kir ku li gor agahiyên destpêkê di erdhejê de zirar negihîştiye canê ti kesî û ti cihek hilneweşiyaye.