Elî Dolmerî: Belarus koçberan wek karteke fişarê bi kar tîne

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê: Koçber dibin qurbaniyên pirsgirêka Belrus bi Yekîtiya Ewropa re

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê radigihîne, Belarusê pirsa koçberan wek karteke fişara siyasî bi kar tîne.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê Elî Dolemerî ji K24ê re ragihand, Belarus koçberan wek karteke fişarê bi kar tîne, eger na, ew koçber dikarin vegerin welatê xwe.

Elî Dolemerî diyar kir, li gor yasayan eger kesek diçe welatekî û vîzeya wî bi ser biçe, ew dikare vegere welatê xwe, eger welatê wî qebûl bike. Ti pirsgirêk di vê yekê de nabe.

Bal kişand ser wê yek jî, Herêma Kurdistanê û Iraqê ti rêgirî li cem wan nîne ku koçber bi dilê xwe vegerin, lê tenê hikûmeta Belarusê ji ber hebûna pirsgirêkên wê bi Yekîtiya Ewropa re, naxweze wiha bike.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê got: Ez dibînim ku pirsgirêka Belarus û Yekîtiya Ewropa bi hêsanî çarser nabe û dê dirêj bike, koçber jî dê bibin qurbaniyên wê pirsgirêkê.

Dolemerî destnîşan kir, divê hikûmeta Iraqê bi hikûmeta Belarusê re guftûgoyan bike, ji bo koçber bi dilê xwe vegerin welatê xwe.

Amaje got, Yekîtiya Ewropa mafê penabertiyê bi hêsanî nade kurdên Herêma Kurdistanê, ji ber ku dizane Herêma Kurdistanê, herêmeke azad e, bi ser wê de jî koçberên Sûrî û Iraqî tên Herêma Kurdistanê.