AA: Yek damezrînerên PKKê Alî Haydar Kaytan hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hat ragihandin ku yek ji damezrînerên PKKyê Alî Haydar Kaytan di operasyona hevpar a MÎT û TSKê de hatiye kuştin.

Ajansa “Anadolu” belav kir, di operasyona hêzên Îstixbarata Neteweyî (MÎT) û Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) de, serkirde û yek ji damezrênerên PKKê, Alî Haydar Kaytan ê bi kodnavê "Fuat" li Başûrê Kurdistanê hat kuştin.

Li gor wê ajansê, derbarê Kaytan ku di heman demê de endamê Konseya Rêveber a KCK'ê ye, lêkolîneke îstîxbaratê ya piralî ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin.

Alî Haydar Kaytan sala 1952an li Dêrsimê ji dayik bûye û yek ji damezrênerên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû.

Kaytan ku yek ji hevalên yekem ên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e, di pêşengtiya PKK'ê de cih digire, di Komîteya Navendî ya PKK'ê, Konseya Rêveber a KCK'ê û Rêxistina Ewropayê de jî cih girtibû.